PIRSÊN BERDEWAM

OneFuture kîne?

OneFuture ji bo herkesîye ku nuh hatîye Swîsre û lazimîye alîkarîye ye. Ji mere ferq nake ku tu penaber, koçber yan bê kaxez tê dîtin. Ku alîkarî ji tere lazim bi, ji xêra xwe bêyî dudilî xeberê bide civata me.

OneFuture çi alîkarî kare bide min?

OneFuture civatekî mirovan ye ku dixwazin xêr bikin. Her mirov bi riya xwe alîkar dibe. Niha gelek pêşnîyarên civata me hene: ji alîkarîyê zimanê heta alîkarîya sîstema hiqûqîya Swîsre. Şênîya ji bo hevdîtina wan û we jî hene. Çi alîkarî lazim bû, em jêre amadene.

Ez çawa karim têkevim têkilîye bi alîkarek?

Bi bikaranîna platforma me, tu kare her alîkarê berdest bivîne û li gorî lazimîyên xwe ji nav wan bineqîne. Hema li ser profîla wan bitikîne û xeberê bide wan.

Ev bi heqe?

Em qetcar heqê tiştekî ji te nastînin.

Ez çawa karim bivim alîkar? Û ew kar çawa ye?

Tu hew gereke forma meyê qeydê dagire (dora 3 deqe) û tu kare dest pê bike! Perpisîyarek ewilî pê ne girêdayî ye, tu hew nîşan dide kû mirov karen bi tere têkevin têkilî kû alîkarîya te ji wanre lazim bû.

Em li kîderê bigîjin hev?

Em dişêwirin kû hûn li cîhekî giştî bigîjin hev, ango qetcar negîjin hev li mala alîkarek yan xwendevanek yan cîhek kû tu lê ne rihat bi. Ji bo nimûnê, heren qehwe, pirtûkxane, zanko yan jî cîhekî hevalên me (Çavkanîya -> Cîhên kombûnê)

Ez çawa karim têkevim têkilîye bi hineka kû pirsegirêkek biqewime?

Ku acîlîyekî te hebi, telefonê bide polîse (117), ambûlansê (144) yan jî beşa agirê (118), di gorî mijarê. Kû tiştekî ne belî li hevdîtina we hebi, ji kerema xwere xeberê derhal bide me.

Û ku profîla minê alîkarîya hebe lê ez di wextê de geştekê bim / wextê min tunebi?

Nehewcî kû tu profîla xwe sîl bike, hema statûsa xwe bide ser neamade û tu kînga bixwazi, tu karî carde çalak ki.

Profîlên alîkaran piştrastin?

Koma me her profîlê ku hat afirandin dibîne. Kû bawerîya me bi mirovekî neyê, encamekî koma me ê bi wîre têkevi têkilî. Çi ji me tê, emê bikin ji bo piştrastkirina alîkarên me, û ji bo wê yekê emê taybetîyen din di pêşîrojê de lê zêde bikin.

Ez çawa karim bigîjim koma navikê?

Kû tu bixwaze alîkar bibe û tevî sazûmanekî bê faydeyê nuh bibe, hûregahiyên xwe ji mere bişîne ser info@onefuture.ch

Kû fikirekî minî pir baş ji bo OneFuture hebi?

Em bala xwe didin her fikir yan hevkarî. Li ber çavên me, OneFuture civatekî mezin û vekirî ye, lewma ji kerema xwere çi di serê te hebe, ji mere bêje!

Kû pirsên minî zêde hebin?

Kû pirsên te hebin tu kare forma meyî têkilîye bikar bike di liqa “LI SER” yan jî emailek ji merê bişîne info@onefuture.ch. Tu kare bi endamên koma me rasterast jî têkeve têkilî.